Di çarçoveya rêzeçalakiyên Roja Zarokan a Cîhanî de zarokên Tebqayê bi çalakiyekç helbest û kurteçîrok ji xelkê bajêr re xwendin.
Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanî ku dikeve 20′ê Mijdarê xelkê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rêzeçalakiyên curbecur li dar dixin.
Di vê çarçoveyê de bi hevkariya Navenda Çand û Hunerê ya Tebqayê li bajêr şahiyeke zarokan hate lidarxistin.
Komeke zarokên bajêr helbest û kurteçîrokên bi xwe nivîsandine ji dehan zarok û xelkê beşdar re xwendin.
Di dawiya şahiyê de Yekitiya Rewşenbîran a Tebqayê diyariyên sembolîk dan zarokan.
Çil Axa-Bi boneya Roja Zarokan a Cîhanê şahiyek hate lidarxistin