Li Tirbespiyê 6 partiyan li dijî êrişên Tirkiyê banga hevgirtinê li gelê herêmê kirin

Li dijî gef û êrişên dewleta Tirk li navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo Sûriyê partiyên Kurd, Ereb û Siryan bi daxuyaniyek dan û şermezarkirin.
Partiyan banga hevgirtinê li gelê herêmê kir.

Dewlet Tirk a dagirker gef û êrişên xwe li ser Sûriyê û bi taybert li Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomîne.

Herî dawî dagirkeriya Tirk gefên pêkanîna êrişên nû li dijî herêmê xwar.

6 Partiyên siyasî yên navçeya Tirbespiyê ya kantona Qamişlo bi daxuyaniyekê êrişên dewleta Tirk û gefên li ser herêmê şermezar kirin.

Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku dewleta Tirk bi gef û êrişan aramî û jiyana aştiyane ya li herêmê derb bike.

Hate gotin ku di roja cîhanî ya piştgiriya Kobanê de dewleta Tirk gefên êrişên nû li dijî herêmê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe.

Partiyan bang li civata navneteweyî kirin ku gelê Sûriyê ji êrişên dewleta Tirk biparêzin.

Her wiha bang li gelê herêmê hat kirin ku li hember êrişên nû li ser herêmê, yekîtiya xwe xurt bikin.

Back to top button