KNK: DAXWAZA GELÊ HERÊMÊ MAFDAR Û RAWA YE

Konseya Rêveber a KNK’ê diyar kir, gelê Başûrê Kurdistanê bi rengekî vekirî nîşan daye ku ew baregehên dewleta Tirk li ser axa xwe naxwazin.

KNK’ê bang li hikumetên Iraq û Başûrê Kurdistanê kir ku li hiqûqa xwe ya dewletbûnê xwedî derkevin.

Konseya Rêveber a KNK’ê li ser bomberdûman û êrîşên dewleta Tirk ên li dijî gelê Başûrê Kurdistanê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

KNK’ê işaret bi leşkergehên dewleta Tirk ên li xeta Zaxo-Duhok-Amediyeyê kir û ragihand, ev leşkergeh bi êrîşkariyê jiyana xelkê xwecih asteng dikin.

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk ev navçeyên Kurdistanê ji bo xwe kiriye polîgona bombeyan û çekên xwe yên nû li van deran dide ceribandin, hem xelkê sivîl dikuje hem jî jiyana xelkê dorberê serûbin dikin.

KNK’ê da xuyakirin, xelkê navçeyê piştî van êrîş û bombardumanan nerazîbûneke xurt nîşandan û leşkergeha dewleta Tirk ya navçeya Sirê dorpêç kirin û şewitandinn.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Xelkê navçeyê bi dengekî bilind gotin ku ew nahêlin ev leşkergehên dewleta Tirk li vê derê bimînin û divê derkevin. Daxwaza xelkê navçeyê gelek heq û rewa ye ku dixwazin ev hemû leşkergeh pêkve bêne rakirin û ji navçeyê bêne derêxistin.”

KNK’ê dawaz ji hikumeta Iraq û hermêma başûrê kurdistanê kir ku zextê li dewleta tirk bikin da ku van kirinn xwe bi dawî bike.

“Daxwaza me bi taybetî ji hukûmeta Herêma başûrê Kurdistanê ew e ku van êrişên dewleta Tirk di çarçoveya hukumraniya statuya xwe û dewleta Iraqa Federal de li nav xwe û li Bexdayê bide gotûbêj kirin. Her weha ji Neteweyên Yekbûyî jî bixwaze ku hişyareke xurt bide dewleta Tirk ku dawiyê li van kiryarên xwe bîne.”

KNK bangî hemû berpirsiyarên polîtîk û sivîl yên Kurdistanê jî dike ku dijî van operasyonan dengê xwe bilind bikin, nerazîbûna xwe gelek vekirî nîşan bidin.

Konseya Rêveber a KNK’ê bi bangeke hawarkî ji xelkê Kurdistanê daxwaz kir ku li xelkê navçeyê xwedî derkevin û herdaîm piştevanê wan bin.

Leave a Reply

Back to top button