Îranê 2 sal cezayê girtîgehê dan rojnamevan Nazîla Merûfyan

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê nerazîbûnên dijî dewleta Îranê di roja 134’an de bê navber dewam dike.
Dewleta Îranê jî ji bo tepisandian serhildanê girtin û êrişan didomîne.
Dadgeha Îranê vê carê jî 2 sal cezayê girtîgehê li rojnamevaneke din birî.
Li aliyê din duh bi şev li çend bajarên Îranê êriş pêk hatin û teqînên mezin rû dan.

Serhildanên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê ên piştî qetilkirina Jîna Emînî dest pê kirin, di roja 134’an de berdewam dike.

Tevî hemû zextên hêzên dewleta Îranê, gel di daxwaza azadiyê de bi îsrarin û her roj bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ bi rêbazên cuda cuda çalakiyan didomînin.

Hêzên dewleta Îran ji bo dawî anîna serhildanê serî li hemû rê û rêbazan dide.

Her wiha zextên li ser rojnamevan, çalakvan û welatiyan jî dewam dikin.

Hate ragihandinê ku rojnamevan Nazîla Merûfyan ê ji bajarê Seqiz ya Rojhilatê Kurdistanêa ku piştî qetla Jîna Emînî bi bavê Jîna re hevpeyvîn kiribû, 2 sal cezayê girtîgehê lê hate birînê.

Li gorî agahiyan, ji bilî cezayê girtîgehê, 15 milyon pereyê Îranê, qedexeya derketina derve ji bo 5 salan jî lêhatiye birîn.

Çalakiyên li dijî dewlta Îranê didome

Li dijî van kiryarên hêzên dewletê welatiyên li Rojhilatê Kurdistanê tevî tedbîrên berfireh ên ewlehiyê, şevê din li gelek bajaran xwepêşandan berdewam kirin.

Polîsên Îranê li Ciwanro bi çekan êrişî welatiyan kirin

Li bajarê Ciwanro, jî di navbera xwepêşander û polîsan de pevçûn derket û di encamê de polîsek jiyana xwe ji dest da.

Çalakiyên li dijî dewlta Îranê didome

Di heman demê de li gelek bajarê Îranê jî xwepêşanderan dirûşm berz kirin, belavok belav kirin û wêneyên Xamaney şewitandin.

Li aliyê din, duh bi şev li Tahranê bênavber dengê guleyan hatiye.

Bi deronan êriş li dijî hin baregehên dewleta Îranê çêbûn

Her wiha li Êsfehanê bi drûnan li dijî komelgeha kargeha Wezareta Parastinê êrişek pêk hat.

Wezareta Parastinê ya Îranê jî aşkere kir ku di derengiya şeva borî de komelgeha kargeha Wezareta Parastinê ya li bajarê Esfehan bi dronan rastî êrişê hatiye.

Heman daxuyaniyê de hat destnîşankirin di êrişê de tenê dronek hedefa xwe lê daye û 2 dronên din ji aliyê sîstema parastina hewayî ve hatin teqandin.

Li Tebrîzê teqînek rû da û kargehek bi temamî şewîtî

Her wiha şeva borî li bajarê Tebrîzê jî teqînek rû da û Kargehek bi temamî şewitî.

Back to top button