Di 4 êrişên li Kabulê de 12 kes mirin, DAIŞ’ê teqîn li xwe girt

Li Efxanistanê careke din teqîn pêk hat.

Di teqînên li Mezari Şerîf û paytext Kabulê de herî kêm 12 kes mirin.

Çeteyên DAIŞ’ê berpirsyariya êrişê li xwe girt.

Doh li Mezari Şerîf ku mezintirîn bajarê li bakurê Efxanistanê ye, li herêmên cuda bombe li sê mînîbusan hatin bicihkirin û teqandin.

Di encamê de herî kêm 10 kes mirin, nêzî 15 kes jî birîndar bûn.

Çeteyên DAÎŞ’ê berpirsyariya vê êrişa êvara Çarşemê li xwe girt.

Wezareta Karên Hundir jî ragihand ku danê êvarê li paytext Kabulê di êrişeke din a bombeyî ku li hemberî mizgeftekê hate kirin herî kêm 2 kes mirin, 10 kes jî birîndar bûn.

Back to top button