Rûspî û şêxên eşîrên Ereban li Til Hemîsê ya kantona Qamişloyê bang li eşîrên Ereban ên Dêrazorê kir ku hişyar bin û nekevin xefka destwerdanên derve û aramiya herêmê biparêzin.
Şêxê eşîra El Sade, Elî El Hefel mijar wiha nirxand:
“Li pey rûdanên Dêrazorê destên derve hene, di serî de dewleta Tirk a dagirker û rejîma Baasê.
Wan ajandeyên xwe yên li herêmê ji bo derbekirina ewlehî û îstîqrara li herêmê û têkbirina hevgirtina Ereb û Kurdan bi kar anîn.
Em bang li eşîrên Dêrazora dikin ku hişyar bin û nekecin xefka destwerdêr û aliyên derve û nehêlin çek were hilgirtin.”
Rûspiyê eşîra El Tifêhîn Salih El Şêx Heloş jî wiha got:
“Bûyerên li Dêrazorê çêbûne tu girêdana xelkê eşîrên Dêrazorê pê tune ye.
Lê aliyên derve fitine û tevlihevî pêk anîn, armanca wan fitneyê di nava êl û eşîr û zarokên wan ên di nava hêzên leşkerî de derxin.”
Heloş di dawiyê de bang li rûspî, şêx û xelkê Dêrazorê kir ku hişyar bin û li dora hêzên xwe yên leşkerî bicivin û planên li dijî herêmê têk bibin.



