Binketinên Tirkiyê di şerê li başûrê Kurdistanê, krîzên navxwayî û aborî kûrtir kirin.
Li hemwextî vê, Tirkiyê gefa êrişeke nû ya dagirkeriyê li herêmên bakur û rojhilatê Sûrî dixwe.
Gelo ev gef nixmandina siyaseta xwe ye, an jî reveke ji rastiya binketiyê, şîrovekar çi dibêjin!
Emê bi hev re li vê raporê temaşe bikin.
Gefeke nû ya dagirkeriyê, di bin navê qaşo herêma Ewle..
Tirkiyê li pey armancên nû ye..
Gelo Tirkiyê qala kîjan ‘ewlehiyê’ dike.!
Dewleta Tirk 2018’an Efrîn û 2019’an jî Girê Spî û Serê Kaniyê bi du êrişan dagir kirin.
Li van derveran rojane kuştin, revandin, dizî û talan bêserûber pêk tê.
Bi darê zorê şêniyên herêmên dagirkirî yên resen hatin koçberkirin û li şûna wan kesine biyanî hatin bicihkirin.
Heta niha li Efrînê 30 mêtîngeh hatine avkirin.
Û li gorî rêxistina mafê mirovan a Efrîn-Sûriyê, tenê li Efrînê bêtirî 4 hezar tirkmen û ereb jê 500 malbatên Filestînî hatin bicihkirin.
Ji bo pêkanîna plana bicihkirina milyonek Penaberên Sûrî li mîtîngehên li herêmên dagirkirî, gefan li herêmê dixwe.
Li gorî çavdêran, dewleta Tirk bi vê planê, hem hewl dide ji Penaberên Sûrî yên li Tirkiyê xilas bibe û hem jî aboriya xwe ya têkçûyî rizgar bike.
Ev yek jî di wextekê de ku rêjeya Leyreya Tirkî her ku diçe dadikeve û li welêt zêdetirî 3 milyon û 579 hezar kes bêkar mane.
Şîrovekar dibînin ku Tirkiyê bi van hewldanan, wê tu encamê bi dest nexe.
Ev yek jî ji ber di demeke de ku çeteyên Tirk ên Idlibê li dijî êrişeke Hêzên Rûsî û Hikumeta Şamê di tevgerê de ne.
Ya din binketinên Tirkiyê di şerê li başûrê Kurdistanê, krîzên navxwayî û aborî kûrtir kirin .
Tebaxa 2019’an Amerîka û Tirkiyê derbarê ‘herêma ewle’ de gihîştibûn rêkeftinekê, Washington kûrahiya wê herêmê ji 5 ta 14 KM dibîne, lê Tirkiye rijd e ku 30 KM be.
Beriya vê jî desthilatdaran têgîna herêma ‘Ewle’ li Bosne, Rowende, Iraq û Sirêlenke pêk anîne, lê negihîştine ti encamê..
Tirkiyê jî li ser hesabê gel û penaberan berjewendiyên xwe pêk tîne..
Li gel gefa dagirkirinê, dewleta Tirk ji destpêka Nîsanê ve, êrişên li ser herêmên Til Temir, Zirgan, Eyn Îsa û Şehbayê zêdetir kirine.
Li beramberî van gef û êrişan, heta niha ti helwestek ji hêzên garanator ‘Amarîka û Rûsya’ derneketiye..
Çavdêr vê yekê bi planeke pir alî ya dewleta Tirk a li dijî gelê kurd û projeya neteweya demokratîk pênase dikin.



