Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê şehîd Hevrîn Xelef bi bîr anî û bang li jinên cîhanê kir, ku li hemberî êrîşên hovane têkoşînê mezin bikin hesab ji dagirkeran bixwazin.
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî derbarê salvegera 1. a şehadeta Hevrîn Xelef daxuyaniyek da û got:
Hedefgirtina Hevrîn Xelef, fikrên tarî û tundrew ên ku bi demokrasiyê, mafên mirovan û jiyana hevbeş bawer nakin, nîşan dide.
Têkoşîna şehîd Hevrîn Xelef û fedakariyên gelek jinan di şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bû mînak ji tevahî jinan re.
Ji bo vê jî divê tevahî jin piştgiriyê bidin hev da ku sûcdarên şehîdxistina Hevrîn Xelef , li dadgehên navneteweyî werin darizandin.