Wezîrê Karên Derve yê Misirê Semîh Şukrî: Em amade ne piştgiriya Iraqê bikin

Misirê derbarê destwerdanên derve yên ser Iraqê de ragihand ku ew amade ne di hemû aliyan de piştgiriya Iraqê bikin.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Fûad Hisên, serdana paytexta Misir Qahîreyê kir û bi hempîşeyê xwe yê Misirî, Semih Şukrî re civiya.

Piştî civînê, herdu wezîran civîna çapemeniyê li dar xist.

Wezîrê Karên Derve yê Misirê, Semih Şikrî, pirsgirêkên li ser Iraqê pêk tên weke pirsgirêkên hevbeş bi nav kir.

Samih Şikrî derbarê destwerdanên derve ser xaka Iraqê de diyar kir Misirê amade di hemû aliyan de piştgiriya Iraqê bike.

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê, Fûad Hisên jî girîngiya hevkariya navbera Misir û Iraqê ya li dijî gefên ser herêmê destnîşan kir.

Fûad Hisên got ku wê di dawiya vê mehê de, Iraq pêşwaziya Serokwezîrê Misirê, Mistefa Medbûlî, bike.

Back to top button