CENTCOM’ê ragihand ku general Michael Corella di çarçoveya serdana xwe ya li Rojhilata Navîn de serdana Sûriyê kiriye.
Michael Corella li gel berpirsên herêmê şerê li dijî çeteyên DAIŞ’ê û rewşa kesên ku ji şer ziyan dîtine, nîqaş kirin.
Fermandariya Navendî ya DYA’yê (CENTCOM) bi daxuyaniyekê ragihand ku fermandarê wan general Michael Eric Corella serdana Misir, Urdun, Sûriye û Îsraîlê kiriye.
Di daxuyaniyê de hate gotin, 28 û 29’ê Sibatê general Corella, tevî baregehên Burc 22, Tenef û Rimêlan, serdana navendên CENTCOM’ê yên li Urdin û Sûriyê kiriye.
Li gorî daxuyaniyê, Corella serdana kampên malbatên çeteyên DAIŞ’ê yên li kampên Roj û Holê jî kiriye.
Hate diyarkirin ku Corella bi rayedaran re mijara vegerandina malbatên çeteyên DAIŞ’ê li welatên wan û kesên ji ber şer ziyan dîtine, nîqaş kirine.