”Divê malbat hay ji paqijiya zarokan û xwarina wan hebin”

Doktora Zarokan Bêrîvan Şemsê bang li şêniyan kir ku hay ji paqijiya zarokan û xwarina wan hebin da ku wan ji nexweşiyên roviyan biparêzin.

Bi guhartina rewaşa hewayê re îltîhaba roviyan li nava zarokan belav bû..

Doktor Bêrîvan Şemsê ya pispora nexweşiyên zarokan li ser mijarê ji ANHA’yê re axivî.

Bêrîvan da zanîn ku ji ber vê nexweşiyê, germahiya zarokan bilind dibe, bi jehrê û navçûnê dikevin.

Bêrîvan ji welatiyan xwest ku dema nîşaneyên navborî dîtin divê bi baldarî tev bigerin û got,

“Tiştn mîna avê zêde bidin zarokan, li ser xwarinê baldar bin û dohn kêm bikin”.

Bêrîvan her wiha anî ziman ku eger zarok baş nebû divê yekser serî li doktoran bidin.

Back to top button