LI BAJARÊ HEWLÊRÊ 3 KARMENDÊN KONSOLOSXANEYA TIRKIYÊ HATIN KUŞTIN

Li bajarê Hewlêrê êrîşek ji aliyê kesên ne nas ve pêk hat û di encamê de 3 endamên konsolosxaneya Tirkiyê hatin kuştin.

Êrîş ji alilyê kesên ne nas ve û li dijî endamên konsolosxaneyê dema li restoranta Huqqbas a nêzî konsolosxaneyê bûn pêk hat.

Li gorî agahiyan di encama êrîşan de her sê endam hatin kuştin û tê gotin birîndar jî hene.

Li gorî hinek dezgehên ragihandinê yek ji kesên hatine kuştin cîgirê konsolê Tirkiyê yê Hewlêrê ye.

Têkildarî êrîşê asyîşa Hewlêrê daxuyaniyek da û got:

“Em vê bûyerê bi tûndî şermezar dikin û hevxemiya xwe tîn ziman.

Di derbarê bûyerê de jî lêkolîn hatiye destpêkirin û wê sucdar werin sizadan”.

Leave a Reply

Back to top button