Li Kobanê Mîhrîcana Wêjeyî bi slogana “Heke neyê nivisandin, her tişt di bîrdanekê de bi têra xwe tê jibîrkirin” destpêkir.
Mîhrîcan li navende Baqî Xido ya Çand û Hunerê, ji aliyê Desteya Çandê ya Herêma Firatê ve dest pê kir.
Bi dehan şêniyên kantona Kobanê û kesayetên wêjeyî û hunerî, nûnerên Rêveberiya Xweser beşdarî mîhrîcanê bûn.
Mîhrîcan navê Şahîn Sorgulî hate birêxistinkirin. Wêjevan Şahîn Sorgulî di salên 90’î de koçberî Awistralyayê bûye.
Di mîhrîcanê de, hevseroka Meclisa Qanûnsaz a Herêma Firatê Foziye Ebdî axivî.
Foziye anî ziman ku wêje roleke mezin di pêşxistina civakan de dilîze û got:”Wêjeya me îro gavên mezin davêje.
Em hêvî dikin ku ev pêşketin berdewam bike.”
Mîhrîcan dê hefteyekê berdewam bike; Tê de dê çalakiyên wêjeyî û panel li dar kevin.