Yekem car doh li Bakur û Rojhilatê Sûrî belgefîlmê li ser şehîd Nûjiyan Erhan li Hesekê hate pêşandan.
Tevgera Hîlala Zêrîn bi koordîneya Şîrketa Nûjiyan a Hilberandinê, belgefîlma Nûjiyan li hola Serdem a Hesekê pêşanda.
Belgefîlm li ser jiyana têkoşer û rojnameger Nûjiyan Erhan e û cara yekemîn li Bakur û Rojhilatê Sûrî tê pêşandan.
Bi sedan şênî, nûnerên rêxistinên jinan û ciwan, nûnerên Rêveberiya Xweser û hin saziyên din tevli pêşandana belgefîlmê bûn.
Derhênera belgefîlmê, Jînda Asîm daxuyand ku tîmekê ji 3 jinan, ev belgefîlm amade kiriye û armanca wan bîranîna Nûjiyan e.
Nûjiyan 3’yê Adara 2017’an de li bajarokê Xanesor ê Şengalê bi destê çeteyên “Roj” birîndar bû.
22’yê Adarê jî li nexweşxaneyeke Hesekê şehîd bû û 25’ê Adarê li Şengalê hate veşartin.