Fîras Qesas: Bi girtina dergeha Til Koçer dixwazin fişarê li Rêveberiya Xweser bikin

Muxalifê Sûrî Fîras Qesas diyar kir ku civaka navneteweyî bi girtina deriyê Til Koçerê re bawerbariya xwe xalî kir.

Fîras Qesas got: ”Paşguhkirina vekirina deriyê Til Koçerê ji aliyê NY`yê ve nîşan dide bê çiqas NY bê çare ye.”

Meclisa Ewlehiya ya Neteweyên Yekbûyî dema mekanîzmeya derbaskirina alîkariyan ji Sûriyê re bi rêya dergehê Bab El-Hewa dirêj kir.

Ku di bin kontrola çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam de ye û di lîsteya terorê de ye.

Di encama fişara Rûsyayê de ya li ser NY’yê dergehê Til Koçerê girtî ma.Ev biryar bi awayekî neyînî bandor li 5 milyon Sûrî dike.

Derbarê mijarê de Muxalifê Sûrî Fîras Qesas axivî.

Fîras Qesas got:”Ev biryar encama lihevkirina Amerîka û Rûsyayê bû.

Girtina vê biriyarê mijarek pir xeter e ku tevlihevî li wan herêman zêde dike.

Her wiha paşguhkirina vekirina deriyê Til Koçerê ji aliyê NY’yê ve nîşan dide bê çiqas NY bê çare ye.”

Têkildarî armanca Rûsyayê ji vê yekê Qesas diyar kir ku Rûsya di gelek mijaran de sûdê ji vekirina dergehê Bab El-Hewa digire û wiha pê de çû:

”Ya yekê ew dihêle ku qadeke zêde ya lihevkirinê bi Tirkiyê re derbarê rewşa Sûriyê de biparêze.

Ya din jî vê dosyayê dike kaxezeke danûstandinan a guncaw ku dewletên rojavayî pê bihesîne ku pêwîstiya wan bi hevkariya bi Rûsyayê re heye.”

Girêdayî helwesta Amerîkayê Qesas jî ev yek anî ziman:

“Ev helwest girêdayî encamên lihevkirinên gengaz ên bi Rûsyayê re ye li gel vekişîna bizanebûn a Amerîkayê ji mudaxeleya di dosyaya Sûriyê de.”

Qesas di dawî de dazanîn ku êdî gelê Sûrî ji ber helwesta wê ya li hemberî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û rewşa Sûriyê bi giştî bi awayekî neyînî li Rûsyayê dinêre.

Back to top button