Ji bo naskirina fermî ya Rêveberiya Xweser, gelek çalakvanan pêngava haşteq ya “Bila Statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bê Naskirin” ragihand. Di çarçoveyê de, endama Desteya Rêveber a PYD’ê Aldar Xelîl bang li her kesî kir ku Rêveberiya Xweser fermî nas bikin.
Bi boneya Şoreşa 19 Tîrmehê Bakur û Rojhilatê Sûriyê, li jêr navê “Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê”, gelek çalakvanan banga naskirina Rêveberiya Xweser kir.
Çalakvanan, pêngava haştaga “Bila Statûya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Bê Naskirin” ragihand.
Çalakvanan bang li her kesî kir ku beşdarî pêngavê bibin, ya ku 18 Tîrmehê saet 20:00 li gor dema Amdê, saet 19:19 jî li gor dema Brukselê dest pê dike.
“Meclisa Medya ya Sanal a Kurdistanê”, bi daxuyaniyekê got:
“Şoreşa Rojava, şoreşa gel, jin, ciwan û şoreşa demokratiyê ye.
Her wih şoreşa parastina biratiya gelan e.
Li ser vê bingehgê, em -weke Meclisa Medya ya Salan a Kurdistanê-, bang li her kesî dikin ku 18ê Tîrmehê li Amed û Brukselê, ji bo naskirina statûya Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tev li kampanyaya (# hastag) bibin”.
Di çarçoveyê de, gelek rayedarên Rêveberiya Xweser banga sankirina Rêveberiya Xweser kir.