Êzdî bi vegera li Şengalê planên Tirkiyê û PDK’ê vala derdixînin

Di salvegera Fermana 3’yê Tebaxê de civaka Êzdî ku koçberî Başûrê Kurdistanê bibûn, vedigerin ser warê xwe.
Di çarçoveya vegerê de 22 malbat vegeriyan Şengalê.
Malbatên vegeriyane ji aliyê Rêveberiya Xweser a Şengalê ve hatine pêşwazîkirin.

Welatiyê bi navê Fêsel Ehmed Saleh diyar kir ku Pêwîste civaka Êzidî hemû li ser axa xwe vegere, ji ber ku heke mirov ne li ser axa xwe bin nikarin bêjin tiştekî me heye

Xidir Hemo Endamê Meclisa Gel a Sîba Şêx Xidir jî da zanîn ku 10 mal vegeriyana Sibayê ew pê keyfxweşbûn.

Xidir destnîşan kir ku li gor derfetên xwe bi wan re bûne alîkar û her malbateke ku vegera ser axa xwe bi hemû derfetên xwe emê biwan re bin alîkar.

Şengalî vedigerin warê xwe

Back to top button