Jinen Şengalê ji bo jinen Efganî meşiyan: Em li gel we ne

Bi pêşengiya Tevgera Azadiya Jinên Êzidî jînên Şengalê bi armanca piştevaniya bi jinên Efxanistanê re meşiyan.
Jinan bi gotina “Armanc ji êrîşên li ser jinê, ji bo tunekirina jin û jiyanê ye” biryardariya xwe ya têkoşînê û parastina jiyanê anîn ziman.

Koordînasyona KJK’ê di 9’ê Tîrmehê de ji bo salvegera Komkujiya Şengalê û desteserkirina Afganistanê ya ji aliyê Talîbanê ve di 3-15’ê Tebaxê de bi dirûşmeya

“Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Afxan û Şengalê re ne’ kampanyayekê destpê kirin.”

Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ji bo piştgirî dayîna jinên Efxanî meşekî girseyî lidar xistin.

Meş bi dûrişmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ heta çerxerêya Mam Zekî berdewam kir û li wir veguherî mitîngê.

Li çerxereya Mam Zekî, axaftin ji aliyê Kordînasyona Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) Şemê Remo ve hate kirin.

Di axaftinê de hat gotin ku em wekî jinên êzidî çawa tune nebûn, wê li tu deverî jin tune nebe.

Meş herî dawî bi dirûşmên ‘Bê serok jiyan nabe’ û ‘Jin Jiyan Azadî’ bidawî bû.

Back to top button