Bekir Elo: Tirkiyê eşkere demografiya Efrînê diguhere

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo got:
Bicihkirina penaberên Sûrî li herêmên dagirkirî dê aloziya Sûriyê mezintir bike.”

Di warê pêkanîna guhertina demografîk de pilanên dewleta Tirk berfirehtir dibin.

Beriya niha hate ragihandin dagirkeriyê di nav mehekê de 300 kes li Girê Spî bi cih kirine.

Hevserokê Meclisa Kantona Efrîn û Şehbayê Bekir Elo derbarê mijarê de nirxandin kir.

Li gorî Bekir Elo polîtîkayên dewleta Tirk a dagirker ji her kesî re eşkere bûne û dibêje:

”Dewleta Tirk li Efrînê guhertina demografî pêk tîne.

Li wir li şûna Efrîniyên ku koçber bûne dixwaze Tirkman û Ixwanan bi cih bike.

Ev siyaseta dewleta Tirk eşkere ye û her kes jî dişopîne.”

Bekir Elo: Hêzên Navneteweyî çavê xwe li sûcên Tirkiyê digirin

Beriya çend rojan berdevkê wezareta karê derve ya Amerîka daxwiyand ku tişta li Efrîn dibe ne guhertina demografîke.

Bekir Elo eşekre kir hêzên navneteweyî çavên xwe li binpêkirinên dewleta Tirk ên li herêmê digirin û got:

”Ev daxuyanî ne li gorî rastiya ku li ser erdê diqewime ye û ne ji bo çareseriya pirsgirêka Sûrî di demên pêş de ye.”

Bekir Elo: Vegera penaberan ne li gorî dilê wan e

Elo kesên biyanî û penaberên Sûrî yên ku dewleta Tirk li Efrînê bi cih dike, wek ‘bombeyeke li ber teqînê’ bi nav kir.

”Vegera li ser xaka Sûriyê ne li gorî dilê wan kesa ye, ji ber ku hîna aloziya li Sûrî çareser nebûye.

Vegerandina van kesan ne li gorî mafê penaberan e. Û li dijî yasayên navneteweyî ne.”

Bekir Elo: Divê hêzên Navneteweyî ji bêdengiya xwe derkevin

Elo bêdengiya hêz û rêxistinên navneteweyî ya li hemberî kirinên dewleta Tirk a dagirker şermezar kir.

Dewleta Tirk li pey pilanekê ye , ew jî guhertina demografîke çi li Efrîn be û çi li Girê spî be.

Tevî ku ev belger hene jî , lê belê civaka navdewletî vê guhertina demografîk paşguh dike.

Back to top button