KJK: Ji 3’ê Tebaxê heta 15’ê Tebaxê têkoşînê bilind bikin

KJK’ê bi daxuyaniyekê fermana 74’an şermezarkir û bang kir ku ji 3’ê Tebaxê heta 15’ê Tebaxê bi dirûşma “Li dijî êrîşên mêr ên hegemon em bi jinên Efgan û Şengalê re ne” têkoşîn were xurtkirin.

Koordînasyona Komelên Jinên Kurdistan KJK’ê bi boneya salvegera 9’an a komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî weşand.

KJK’ê di şexsê hevrê Mam Zekî, Nûjiyan, Zerdeşt û Bêrîvan de şehîdên azadiyê bi bîr anî.

KJK’ê diyar kir dijminê herî mezin ê mirovahiyê DAIŞ’ê bi êrişên xwe hewl da nirxê manevî yên dirokî ji holê ra ke û wiha got:

“Gelê Şengalê bi Şengal a xweser û demokratîk dikare xwe biparêze”

“Çeteyên DAÎŞ’ê ku nûnerê herî hov ê mêrtiya hegemon in, jin weke xenîmeta şer dît

Bi vî mejî dest avêt bi hezaran jinên Êzidî, weke nîşaneya herî mezin a barbariyê di nava qefesan de li bazaran firot.

Aqûbeta bi hezaran jinên Êzidî hînê nayê zanîn.”

KJK’ê balkişand ser giringiya xwerêxistinkirinê û diyar kir ji bo gelê Şengalê bi taybetî jî jinên Şengalê yekane rêya xweparastinê Şengal a xweser û demokratîk e.

Gelê me yê Êzidî ku di dîrokê de ferman û komkujî lê hate kirin, xwe bi paradîgmaya Rêber Apo bi rêxistin kir û nehişt ku ferman ji wan re bibe mîna qederekê.

Jinên Êzidî yên ku xwe li ser vê bingehê birêxistin kirine, ne tenê ji jinên Êzidî re pêşengiyê dikin, di heman demê de bi berxwedan û îradeya xwe pêşengiyê ji jinên Ereb ên Iraqî û tevahiya jinên li Rojhilata Navîn re dikin.

Her wiha KJK’ê îşaret bi hişmendiya hevpar a DAIŞ,Talîba û Tirkiyê ên li dijî jinan kir û ev yek got:

Dema ku rejîma AKP’ê ya faşîst êrîşî Şengalê dike, çeteyên DAÎŞ’ê alîkariyê dide wan, Talîban li Stenbolê civînan dike..

Li Rojhilata Navîn DAÎŞ û AKP, li welatên Efrîkayê yên wekî Nîjerya û Maliyê Boko Haram û li Efganistanê jî çeteyên Talîbanê hene.

Pêwîst e ev zîhniyeta qirker a li ser jin û gelan hatiye pêşxistin bibe hedef û feraseta DAIŞ’ê ji holê bê rakirin.

KJK’ê bang li hemû jinan kir ku ji bo avakirina paradîgmaya azadiya jinan diparêze, berxwedêr, ekolojîk tevlê bibin û xweparastina jinan xurt bikin û got: Em li hemberî feraseta mêran û êrîşên wan em têkoşînê geş bikin.

Feleknas Uca: Gelek jinên Êzidî li Tirkiyê hatin firotin

 

Back to top button