Asayîşê 3 çete li Dêra Zorê girtin

Hêzên Asayîşê 3 endamên şaneyeke DAIŞê ya veşartî li rojhilatê Dêra Zorê girtin, her wiha 6 bombeyên teqemeniyê hatin bêbandorkirin.

Navenda Hevahengî û Operasyonên Leşkerî ya QSD’ê ragihand ku yekîneyên taybet ên Asayîşê bi hevkariya asmanî ya Koalîsyona Navdewletî, şaneyeke 3 endamî li herêma Zîban a li rojhilatê Dêra Zorê girt. Her wiha hejmareke teqemenî û cebilxane jî bi wan re dît.

Navendê diyar kir ku vê şaneyê mayîn diçand û kuştinên plankirî pêk tanîn.

6 bombeyên teqemeniyê li bajarê Kesra yê Dêra Zorê hatin bêbandorkirin

Navenda Ragihandina QSD’ê jî da zanîn ku, tîmên endizyariyê yên rakirina mayînan, 6 bombeyên teqemeniyê li bajarê Kesra yê Dêra Zorê bêbandor kirin.

Tîmên endizariyê li ser agahiya şêniyên herêmê berê xwe da cihê bombeyan û ew bombe bêbandor kirin, aliyên ewlehiyê jî dest bi lêpirsîn û lêkolînan kiriye.

Back to top button