Feleknas Uca: Gelek jinên Êzidî li Tirkiyê hatin firotin

Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Uca da zanîn ku Fermana 73’yemîn li pêş çavê hemû cîhanê hate kirin û got: Vê komkujiyê di nava civaka êzidî de rê li ber birînên xedar vekirin.
Feleknas Uca ji bo azadiya jinên hatine revandin banga têkoşînê kir.

Bi ser Fermana 73’yan a li dijî êzidiyên Şengalê re 9 sal derbas dibe.

Bi vê boneyê Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Feleknas Uca têkildarî êrişên qirkirinê yên DAIŞ’ê, vekişîna PDK’ê û rola Tirkiyê ya di êrişê de nirxandin.

Felaknas Uca di serî de bal kişande ser jin û zarokên êzidî yên ji hêla DAIŞ’ê ve di dema fermanê de hatine revandin û wiha got:

“Gelek jin li Almanya û Tirkiyê hatin firotin. Gelek zarok jî li bajarên weke Enqere û Kirşehîrê derketin holê.

Enqere li ku, li Şengal li ku ye. Dema em ji Amedê diçin Êlihê, li sê cihan noqteyên kontrolê hene.

Gelo van jinan çawa tînin Enqereyê?

Feleknas Uca: Hêrseke mezin a Tirkiyê li dijî Êzidiyan heye

Bi domdarî Feleknasê îşaret bi hevkariya di navbera DAIŞ û Tirkiyê kir û got:

“Di dema êrişên li ser Kobanê de wêneyên DAIŞ’î û leşkerên tirk derketin holê.

Rêveberên DAIŞ’ê û endamên wê li Tirkiyê ne û li vir dijîn.”

Feleknasê destnîşan kir ku hêrseke mezin a Tirkiyeyê li dijî êzidiyan heye û wiha pê de çû:

“Ev hêrs, bi êrişên li dijî Şengalê tê domandin.

“Hewl didin Şengalê vala û bikin Êzdatiyê tune bikin”

Ewqas zilm li ser vî gelî hate kirin lê ew bombeyan li ser wan dibarînin, pêşengên wan dikujin.

Hewl didin Şengalê vala bikin, Kurdistanê vala bikin û êzdatiyê tune bikin.

Divê hemû kesên di vê pêvajoyê de xelkê Şengalê bi tenê hiştî bên darizandin.

Feleknas Uca: Divê PDK bersiva pirsa çima Şengal bi tenê hişt bide

Her wiha têkildarî vekişîna PDK’ê ji Şengalê jî Feleknas Ûca anî ziman divê hikûmeta Başûr bersiva çima gelê Êzidî bi tenê hiştin zelal bikin.

“Divê em ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de têkoşîna xwe bidomînin”

Hevberdevka Komîsyona Têkiliyên Derve ya HDP’ê Feleknas Ucas di dawiyê de bibîrxist hîna gelek jinên êzidî yên winda hene û ev bang kir:

Beriya her tiştekî pir girîng e ku êzidî dîsa vegerin Şengalê û jiyana xwe li wir dîsa ava bikin.

Tevî 73 fermanan jî civaka êzidî serî netewand.

Divê em ji bo rizgarkirina jinên di destê DAIŞ’ê de dîlgirtî têkoşîna xwe bidomînin.”

KCDK-E: Li dijî qirkirinê divê statuya Şengalê bê naskirin

Back to top button