Gerînendetiya Nivîsgeha Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê muzexaneya Reqayê ji nû ve sererastkir û ji nû ve vekir.
Muzexaneya Reqayê dikeve aliyê rojhilatê bajêr nêzî mizgefta mezin li aliyê başûrê kolana Mesor.
Muzexane di dema serweriya Osmaniyan li herêmê 1861′ê de hate avakirin û weke saraya hate bikaranîn û di 1981′ê de bû muzexaneya parçeyên şûnwarî ya Reqayê.
Di muzexaneyê de zêdetirî 8 hezar parçeyên şûnwarî yên serdem û şaristaniyên di ser Reqayê re derbas bûbûn, hebûn ji wan jî serdema Ebasî.
Di dema serweriya DAIŞ′ê de muzexaneya Reqayê hate wêrankirin.
Çeteyên DAIŞ′ê zêdetirî 7 hezar parçeyên antîkî dizîn û gelek ji wan xera kirin.
Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê alîkariya Navenda Çandê ya Reqayê di 4′ê Mijdara 2023′yan de muzexane vekir.
Gerînendetiya Nivîsgeha Şûnwaran a Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Reqayê Wîsam Başa axivî:
“Ji destpêka krîza Sûriyeyê ve li Reqayê şer hebûn.
Çeteyan zêdetirî 7 hezar parçe talan kirin û dizîn û nehatin dîtin.
Emê hewil bidin muzaxane bikin wekî berê.”