Êrişên DAIŞ’ê li ser Başûrê Kurdistan di êrişê de yek jî rêveber 3 endamên asayîşa kifrî şehîd bûn

Êrişên çeteyên DAIŞ’ê yên li ser Başûrê Kurdistan didome.
Çeteyên DAIŞ’ê duh şev êrişê gundê Kuleco yê girêdayî bajarokê Kokis’ê bi ser navçeya Kifrî kir.
Di encam de yek jê rêveber 3 endamên asayîşa bajarokê Kokis şehîd bûn. 4 endamên asayîşê û 3 welatî jî birîndar bûn e.

Li gorî agahiyên ku ji heremê hatine stendin çeteyên DAIŞ’ê rêya di navbera gundê Kuleco û Qerebalix digrin û bi hawanan û çeka karnas ve, êrişê gundê Kuleco yê girêdayî bajarokê Kokis’ê bi ser navçeya Kifrî dikin.

Piştê êrişê asayişa bajarokê Kokis yekser xwe digîhine cihê bûyerê û di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de şer rû dide.

Di encam de rêvebirê asyişa bajarokê Kokis Simko Elî û 2 endamên asayîşê şehîd dibin. 4 endamên asayîşê û 2 zarok û jineke ji gundê kokis birîndar dibin.

Hate gotin ku ji ber birîna birîndara giranbûye wan rakirine nexweşxaneyên Silêmaniyê.

Leave a Reply

Back to top button