Xwepêşandanên li Îranê ’40 sal in xwepêşandanên bi vî awayî çênebûne’

Cîgirê siyasî yê supayê pasdaran diyarkir ku ji bilî dû parêzgehan li her derên Îranê xwepêşandan pêk hatin.
Her wiha got, di nava 40 salan de xwepêşandanên weke vê carê çênebûne.

Cîgirê siyasî yê pasdarên Îranê Yedula Cewanî doh li parêzgeha Esfehanê li ser xwepêşandanên Îran û Rojhilatê Kurdistanê axivî.

Yedula Cewanî da xuyakirin ku xwepêşandanên li Îranê li 31 parêzgeh û 29 bajaran dewam kirine û weha got:

“Di mehên destpêkê yên şoreşa gelên Îranê de ji bo ne aramiya welat hinek bûyer rû dan.

Zêdetirî van bûyeran li herêmên kêm netewan pêkhatin û balkêş bû.

Lê ya ku di meha borî de pêk hat, nû bû.

Xwepêşandan roja înê bi awayek sînordar destpêkirin û piştî wê berfireh bûn.”

Yedula Cewanî teqez kir ku di 40 salên derbasbûyî de heta niha xwepêşandanên bi vî awayî pêk ne hatine.

Leave a Reply

Back to top button