Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê Seyîd Riza û hevalên wî bi bîr anî, ku 15’ê Mijdara 1937’an bi komployekê hatin girtin û piştre hatin darvekirin. KCK’ê got: “PKK’ê kevneşopiya berxwedanê ya Sehîd Riza veguherand xeteke bênavber a têkoşînê.
Em ê teqez hesabê komkujiya dêrsimê ji dewleta tirk a kujer bipirsin”
86 sal berê pîrê kurdan, serhildêrê serhildana Dersîmê Seyîd Riza ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve hate bidarvekirin.
Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê bi daxuyaniyeke Seyîd Riza û hevalên wî bi dbîr anî.
KCK’ê diyar kir ku Seyîd Riza û hevalên wî mîrateyek mezin ji bo gelê kurd hiştine û got:
“Seyîd Riza û hevalên wî ji bo rawestandina êrîşan û çareserkirina pirsgirêkan hatin Xarpêtê.
Lê belê di 15’ê Mijdara 1937’an de ji aliyê dewleta Tirk ve di çarçoveya ‘tevgera Dersimê’ de bi komployekê hatin girtin û darvekirin.
Di salvegera darvekirina wan de em Seyîd Riza û rêberên Kurd ên pê re hatin darvekirin bi rêzdarî bi bîr tînin.
KCK: Hesabê komkujiyan wê ji dewlet a kujer bê pirsîn
KCK’ê di dewama daxuyaniya xwe de diyar kir ku wê hesap ji kujeran bê pirsîn wiha domand:
“Dewleta Tirk a mêtinger qirker di salên 1937 û 1938’an de li Dersim komkujiyên herî mezin û hovane pêk anî.
Li Dersim û derdora wê bi deh hezaran Kurd bi çek, singu û gazên kîmyewî hatin qetilkirin..
Gelê Kurd qet Komkujiya Dersimê ji bîr nake, wê teqez hesabê van komkujiyan ji dewleta qirker û mêtinger bipirse.”
KCK: Bersiva komkujiya Dersimê pêkanîna mafên gelê Kurd dibe
KCK’ê Komkujiya Dersimê yek ji dehan komkujiyan e ku di çarçoveya polîtîkayên qirkirina Kurdan de hatine kirin û got:
“Dewleta Tirk bi van komkujiyan xwest Kurdan qir bike.
Piştî her komkujiyê bi sirgûn û asîmîlasyonê hewl da vê yekê bike.
Ji ber ku gelê Kurd dest ji nasname, ziman, çand û nirxên xwe berneda ev komkujî hatin kirin.
Dagirkeriya Tirkiyê ziman, nasname û çanda gelê Kurd qedexe kirin û Tirkbûn li ser hate ferzkirin.
Gelê Kurd li ber vê yekê rabû.
Bersiva komkujiya Dersimê pêkanîna mafên demokratîk ê gelê kurd dibe.
Rêya demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn di vir de ye.”
KCK: PKK berdewamiya berxwedaniya Seyîd Riza ye
KCK’ê herî dawî got: “Seyîd Riza û hevalên wî teslîmî dewleta Tirk a mêtinger qirker nebûn û bi vî rengî helwesta berxwedanê ku gelekî hêja ye ji gelê Kurd re weke mîrate hiştin.
PKK’ê ev kevneşopiya berxwedanê veguherand xeteke bênavber a têkoşînê, gelê Kurd jinûve vejand.
Gelê Kurd wê bi berxwedan û têkoşînê, welatekî azad, ku bi hesreta wê ye, teqez pêk bîne.
Bi pêkanîna vê yekê wê hesabê dîrokî ji dijminê kujer bipirse.”