HPG: Pêla yekem ya êrişên ser Zapê hat şikandin 28 dagirker hatin cezakirin-HAT NÛKIRIN

Artêşa Tirk ya dagirker bi hevkariya PDK’ê şevê din li dijî herêmên Zap û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê êrişeke dagirkeriyê ya nû da destpêkirin.
HPG’ê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û got, “Heta niha di çalakiyan de 28 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker birîndar bûne, derb li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin.”

Dewleta Tirk ya dagirker ku ji 23’ê Nîsana 2021’ê ve êrişî başûrê Kurdistanê dike, şevê din bi piştgiriya PDK’ê li dijî herêmên Zap û Avaşînê ji hewayî û bejahî pêleke êrişê ya nû da destpêkirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrişên dewleta Tirk û berxwedana gerîla de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker bi mehane ji bejahî û hewayî ve bombebaraneke giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û rojên dawî bombebaran giran kiriye.

HPG’ê ragihand êvara 17’ê Nîsanê artêşa Tirk êrişî herêmên Avaşîn û Zapê kir.

Derbarê şerê li herêma Avaşînê de ev agahî hat parve kirin;

“17’ê Nîsanê saet di 19:00 de dagirkeran 8 caran bi helîkopteran xwe li qada Werxelê ya Avaşînê danîn. Di heman demê de helîkopterên êrişê bombebaraneke giran li vê qadê kirin.

Hêzên me jî bi çekên giran bersiv dan. Dagirkerên ku derb xwarin bi helîkopteran mirî û birîndarên xwe birin.

Bi şev saet di 01:30’î de li dagirkerên ku dixwestin li girê Werxelê bi cih bibin, hat xistin û 2 dagirker hatin cezakirin.

Balafirên şer jî bombe li vê qadê barandin. Bi şev ber destê sibê jî li dagirkeran hate xistin. Di çalakiyan de 10 dagirker hatin cezakirin, 3 dagirker jî birîndar bûn.

Li girê Werxelê di navbera dagirkeran û hêzên me de şer dewam dike.”

HPG’ê destnîşna kir 17’ê Nîsanê dagirkeran bi helîkopterên êrişê û droneyan li herêma Zapê jî dest bi êrişeke dagirkeriyê kirin û ev agahî hate dayîn;

“Dagirkeran ji sînorê Bakurê Kurdistanê qadên Çiyayê Reş, Ertûş û Şikefta Birîndaran ên herêma Zapê û qada Werxelê jî bi helîkopteran bombebarankirin.

Helîkopteran êrişî qada Kurojahro kirin û hêzên xwe li Girê Şehîd Amargî danîn.

Li vê derê hêzên me yên YJA Starê li dagirkeran xistin û di encamê de 7 dagirker hatin cezakirin.

Gerîla li Şikefta Birîndaran jî bi xurtî li dagirkeran xistin û herî kêm 8 dagirker hatin cezakirin 6 jî birîndar bûne.”

HPG’ê da zanîn gerîla pêla êrişa yekemîn a li hemberî Avaşîn û Zapê şikandine û heta niha 28 dagirker hatine cezakirin, 9 dagirker birîndar bûne û li 2 helîkopterên êrişê hatine xistin.

HPG: PDK piştgiriyê dide êrişên dagirkeriyê

HPG’ê eşkere kir êrişên dagirkeriyê bi piştgiriya PDK’ê tên kirin û wiha got;

Heke PDK’ê destûr û piştgirî neda vê dagirkeriyê artêşa Tirk wê nekaribû ji pişt ve li gerîlayan bide.

Hêzên dewleta Tirk a dagirker ji baregeha Sîrê ya di bin kontrola PDK’ê de ya li navçeya Şêladizê bi rê ketine û ji bejahiyê ve hewl didin li qada Kurojahro bi cih bibin.

Hêzên me li dagirkeran de dane û pêşveçûna wan dane sekinandin.

Li gorî çavdêriyan hêzên PDK’ê bi şev ber bi xeta Dêrelo, Şêladizê û Barzanê ketine tevgerê.

Back to top button