Lehiya li Afrîkaya…jimara kesên jiyana xwe ji dest dane gihişt 443’an

Bîlançoya lehiya li Afrîkaya Başûr berdêlên wê girand ibe.
Ji ber lehiyê li eyaleta KwaZulu-Natal wêraniyek zêde çê bûye.
Heta niha ji ber lehiyê 443 kesî jiyana xwe ji dest dane.

Li bajarê Durban û derdora wê ku yek ji bajarên herî mezin ê welat e, ji serê hefteyê ve rêjeya baranê ji 300 milîmetre derbas bû.

Ji ber barîna zêde jî lehî rabû û erd şemitî.

Serokwezire Eyaleta KwaZulu-Natal Sihle Zikalala diyar kir ji ber lehiye heta niha 443 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Zikalala bûyer weke yek ji mezintirîn felaketa xwezayî ya ku li herêmê hatiye dîtin binav kir.

Li herêmê xebatên ji bo 63 kesên winda bûyî didome.

Rêveberiya eyaletê diyar kir ku ji ber lehiyê 13 hezar û 556 mal mexdûr bûne û nêzî 4 hezar avahî jî bi temamî hilweşiyane.

Her wiha 551 dibistan ji ber lehiyê bandor bûne û dema 98 dibistan vebin dê hewcedariya wan bi polên gerok hebe.

Back to top button