Artêşa Tirk gundekî Girê Spî topbaran kir

Dagirkeriya Tirk careke din agir berda zeviyên çandiniyê yên gundên Til Temirê û Girê Spî.

Leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê îro di saetên şevê de gundê El-Ehmediyê yê rojavayê bajarê Girê Spî topbaran kir.

Di encamê êrîşê de agir bi zeviyên çandiniyê yên cotkaran ketin.

Îro piştî saetên nîvro de jî, hêzên dagirker agir berda zeviyên gundê Qasimiyê yê navçeya Til Temirê.

Duh jî dewleta dagirker mal û zeviyên gundê Leylan ê li başûrê rojavayê navçeya Til Temirê şewitandin.

Komîteya Aborî û Çandiniyê ya Eyn Îsayê ragihand ku heta niha zêdeyî 64 hezar donim zeviyên navçeyê şewitîne.

Li gorî Komîteyê, dewleta Tirk hemû zeviyên gundên girêdayî navçeyê şewitandine.

Cotkarên herêmê jî ku ziyan dîtine, bang li aliyên têkildar û rêxistinên mirovî yên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî kir ku zirarên li wan hatine, dabîn bikin.

Back to top button