Li Kampa Holê di beşa jinên DAIŞ’ê ku lê dimîne şewat derket

Agir di beşê jinên DAIŞ`ê yên biyanî ya di kampa Holê li derket, di encamê de tenê ziyanên madî çêbûn.

Hêzên Ewlekariya Kampê ragihandin ku şewat ji ber bikaranîna papora xazê pêk hatiye û tekez kir ku demildest wan destwerdan kir û rê li ber firehbûna agir girtin e.

Di 27`ê sibatê de jî ji ber heman sedemê agir di beşê 4`an a kampê de çêbûbû û di encamê de zarok jî di nav de 3 koçber mirin û zêdeyî 30 kes jî birîndar bibûn.

Back to top button