Ferhad Şamî: Heta niha şervanên me hin armanc û planên şaneyên DAIŞ pûçkirine

Ev 2 rojên ku Hêzên Sûriya Demokratîk li bakur û rojhilatê Dêra Zorê dest bi operasyoneke li dijî şaneyên DAIŞ’ê kiriye. Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî diyar kir ku heta niha şervanên wan hin armanc û planên şaneyên DAIŞ`ê pûç kirine. 

DAIŞ’ê li herêmê hewl dide ku xwe ji nû ve zidî bike.

Lê şervanên QSD’ê li dijî vê zindîbûnê rojane li dijî şaneyên çeteyên DAIŞ’ê operasyonan pêk tîne.

Duh, Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ragihand ku hêzên wan bi hevkariya Koalîsyona Navneteweyî ji bejahî û asman ve, li dijî şaneyên DAIŞ’ê operasyoneke leşkerî û ewlehiyê ya berfireh daye destpêkirin.

Ev operasyon li geliyê El-Ecîc a li gundewarê bakur û bakurê rojhilatê Dêra Zorê pêktê û wê 4 rojan dirêj bike.

Berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD`ê Ferhad Şamî ji ajansa Hawarê re diyar kir ku ev demeke tevgera şaneyên DAIŞ’ê zêde bûye û sedema vê zêdebûnê, li rewşa hawayê ya xiraba a li herêmê û bahozên tozê ku hişt şane xwe li herêmê veşêrin, tevger bikin.

Li gorî berpirsê Navendê, heta niha şervanên wan hin armanc û planên çeteyan ên li dijî şênî, hêzên leşkerî û ewlehiyê ku amadekariyên pêkanîna wan dihatin kirin, pûç kirine.

Şamî her wiha da zanîn ku, ev operasyon hemwextî operasyona hêzên Iraqê a bi armanca têkoşîna li dijî şaneyan, hate destpêkirin, lê her du operasyon ne girêdayî hev in.

Ji 23`ê Adara 2019`an ve, dema tunekirina DAIŞ`ê di aliyê cografî de li Baxozê hatibû ragihandin, perasyonên QSD`ê yên li dijî şaneyên DAIŞ`ê her hene û rojnane bi qeflan çete tên girtin.

Back to top button