Wezareta Parastina Tirkî ragihand ku dema karwaneke wan derbasî Idilbê dibû, hat bombebarankirin. Di encamê de, leşkerek hat kuştin, 4 jî birîndar bûn.
Naveneda Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî duh êvarî ragihand ku karwaneke Artêşa Tirkî ya ji 7 maşîne pêk dihat dema ji dergeha Bab El-Hewa ya sînorî ber bi Idilbê ve diçû, hat armanckirin.
Li gorî çavdêriyê, Artêşa Tirkî cihê teqînê dorpêç kirin û ne hişt ti kes nêzîkê cihê bûyerê bibe.
2 jin û zarokek jiyana xwe ji dest da
Heman çavdêriyê diyar kir ku, li Kampa EL-Emel a li navçeya Herza ya bakûrê Idilbê ku di bin desê çeteyan de ye şewatek çebû. Di encamê de, 2 jin û zarokek hatin kuştin.
7 leşkerên hikûmeta Şamê hatin kuştin û 18 jî birîndar bûn
Hat ragihandin ku li herêma Sexna ya gundewarê rojhilatê Himsê, di encama teqandina 2 bombeyên ku DAIŞ’ê çandinbûn, 7 ji Hêzên Hikûmeta Şamê û yên girêdayî wê hatin kuştin, 18 jî birîndar bûn.