KCDK-E: Li dijî qirkirinê divê statuya Şengalê bê naskirin

KCDK-E’yê bi boneya 9’emîn salvegera Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û got:
“Li dijî gefên qirkirina li ser axa pîroz, divê statuya Şengalê bê naskirin.”

KCDK-E’yê diyar kir ku armanc ew bû ku Êzidiyan ji holê rabikin û got:

“Çeteyên DAÎŞ’ê ku ji xiyaneta PDK’ê cesaret girt, komkujî kir.

Ev şerma sedsalê ye ku li ber çavên alema dinyayê pêk hat.

Hêzên HPG,YJA Star, YPG, YPJ’ê û bi gelek fedakarî, em Êzidî parastin û azad kirin.

Hêzên Fedakar yên Azad, bi hezaran Êzidî bi qehremanî rizgar kirin.

Êzîdî ji bo careke din rû bi rûyê komkujiyên wiha nebin me Parastina xwe ya Cewherî ava kir.”

KCDK-E’yê tekez kir ku heta statuya Şengalê neyê naskirin wê çareserî mayînde nebe.

KCDK-E’yê dawiyê eşekre kir ku divê NY Jenosîdê û statuya Şengalê nas bikin.

Mafê herî bingehîn ê Êzidiyan e ku statuya Şengalê ku axa pîroz a Êzidîtiyê ye, bê naskirin.

TAJÊ ji welatên ku jenosîd qebûl kirine re nameyek vekirî şand

Back to top button