Koordînasyona Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûrî civîna xwe ya 6 mehan bi tevlîbûna jinan ji 7 herêman û Desteya Parastinê, komîte, desteyên Rêveberiya Xweser li dar xist.
Koordînatora Desteya Jinan a Sûriyeyê Edalet Omer di destpêka civînê de rewşa siyasî ya Sûriye û Rojhilata Navîn nirxand.
Edalet Omer destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser hewl dide ku çareseriya Sûrî-Sûrî pêk bîne û beyannameya Rêveberiya Xweser jî ji bo çareseriyê ye.
Piştre seroka Desteya Rêveber a Meclisa Sûriya Demokratîk (MSD) Îlham Ehmed got:
“Me nirxandibû ku dosyaya Sûriyeyê tê cemidandin û çareserî hatin astengkirin.
Çareserî heye lê astengî hene.
Nêrîn û çareserî li cem me hene.”
Civîn bi daxuyaniyekê girêdayî rewşa jinan bi dawî bû.
Navaroka daxuyaniyê wiha ye:
- “Di aloziya Sûriyeyê de, êş û gelek karesat çêbûn. Gelê Sûriyeyê êş û zehmetî kişandin. Para herî zêde ya jina bû.
- Lê herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, rewş cuda bû û gelek destkeftî bi dest xistin.”
- Di dawiyê de bang li jinan hate kirin ku têkoşîna xwe ji bo avakirina civakeke azad bidomînin.



