Li Taxa Cûdî ya navçeya Silopiya ya Şirnexê şêniyan xwestin ku li dijî qirkirina xwezayê ji aliyê polîsên Tirk ve meşekê li darbixin lê meş ji aliyê polîsan ve hat astengkirin.
Piştî astengkirina polîsan, girseyê li ber avahiya partiyê daxuyanî da.
Li vir parlementer Newroz Ûysal axivî û wiha got: “Me partiyên siyasî û rêxistinên ekolojiyê xwest em li dijî talankirina xwezayê, li dijî qirkirina dar û daristanên me yên li Cûdiyê meşekê li dar bixin.
Wekî hûn jî dibînin her derê partiya em hatiye dorpêçkirin.”
Newroz Ûysal diyar kir ku ya tê kirin bêhiqûqîtî û kêfî ye û got: “Îro çiyayên Kurdistanê ji bo xalîkirina ji mirovan û polîtîkaya koçberkirinê tên qirkirin.”
Her wiha Newroz Ûysal bal kişande ser tecrîdê û ê anî ziman ku ya tê kirin îzolasyon e û ev peyam da:
“Em van polîtîkayên şer ên li erdnîgariya Kurdan qebûl nakin.
Em polîtîkayên li Kurdistanê û ji bo cihên din tên pêkanîn jî şermezar dikin.”
Piştî daxuyaniyê gel bi çalakiya rûniştinê bertek nîşanî qirkirina xwezayê da.


