TAJÊ ji welatên ku jenosîd qebûl kirine re nameyek vekirî şand

Bi boneya salvegera 9’an ya fermana 3’yê Tebaxê komîteya dîplomasiyê ya Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzidî TAJÊ ji welatên ku jenosîd qebûl kirine nameyek şandin.

Nameya ku ji aliyê komîteya diplomasî ya TAJÊ hatiye nivîsandin wiha ye:

“Fermana 74’an ya li ser civaka me 9 salên xwe tije dike.

Ji bo civaka Êzidî bi taybet jinên Êzidî rojek gelek zehmet û bi êş e.

Beriya 9 salan, çeteyên DAÎŞ’ê ji Bakûrê Iraqê ve êrişî Şengalê kirin, lê belê PDK’e bêyî ku li ber xwe bidin ji Şengalê vekişiyan û rê ji DAIŞ’ê re vekirin.

“Dema darizandina DAIŞ û hevkarên wê ye”

TAJÊ diyar kir ku li dijî civaka Êzidî ev sûcên dijî mirovahiyê yên DAÎŞ’ê, ji aliyê 13 welatan ve fermî wekî jenosayîd hatiye qebûlkirin û got:

Weke jin û civaka Êzidî em bi vê yekê gelek kêfxweşin.

Lê belê divê ji bo darizandina DAIŞê û hevkarên wê piratîkî gav bên avêtin.

Di nameya xwe de TAJÊ bang civata navnetewî kir ku qetlîamên ku DAIŞ anîn ser civaka Êzidî wekî jenosîd qebûl bikin.

Her wiha ji heman hêzan hate xwestin qada hewayî ya Şengalê ji dewleta Tirk a dagirker re were girtin û ji ber sûcên li dijî herêmê were darizandin.

Back to top button