Li Minbicê şehîdên meha Gulan, Hezîran û Tîrmehê hatin bibîranîn

Meclisa Malbatên Şehîdan a Minbicê şehîdên meha Gulan, Hezîran û Tîrmehê bi bîr anîn û soza dê wefedarên şehîdan bin ku heta dawiyê parastina vê axê bikin.

Endamên Meclisa Malbatên Şehîdan, nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, Meclisa Jinan a Sûriye, Hêzên Ewlekariya Hundirîn, Meclisa Leşkerî ya Minbicê, Saziya Gaziyan li goristana şehîdan a başûrê bajêr tev li merasîma bîranînê bûn.

Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Mehmûd El Îdo di merasîmê bîranînê de axivî û diyar kir ku bi saya xwîna şehîdan teror ji herêmêm hate derxistin û gel bi aramî jiyan dike.

Mehmûd El Îdo di dewama axaftina xwe de got:

“Şehîdên welat, sembola vî gelî û serfiraziya wî ne.

Di vê roja pîroz de em wan bi bîr tînin.”

Mehmûd di dawiya axaftina xwe da soza domandina têkoşînê ji bo pêkanîna xeyalên şehîdan da.

Beşdaran di dawiya merasîma bîranînê de mûm li ser gorên şehîdan danîn.

Li Amûdê 19 şehîdên meha Tîrmehê hatin bibîranîn

Back to top button