Koçberên Serêkaniyê piştgiriya berxwedana Mexmûriyan kir

Koçberên Serêkaniyê yên ku di kampa de li Hesekê dimînin piştiya xwe ji Mexmûriyan re nîşan dan. Her wiha bang li Rêxistinên mirovî û Hiqûqî kirin ji bo parastina penaberên wargeha Mexmûrê bi erkên xwe rabin.

Şêniyên Kampa Waşûkanî derbarê dorpêçkirina wargeha Mexûmrê daxuyaniyek da..

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Niha artêşa Iraqê bi têlan hewl didin wargeha Rustem Cûdî dorpêş bikin û Îrade û tekoşîna gelên azadîxwaz bişkîne..

Beriya Niha jî gelek caran artêşa Tirk a dagirker bi balafirên bê moriv wargeh bombebaran kir û bi dehan kes şehîd bûn.

Tevî ku ev kamp ji aliyê NY’ê hatiye naskirin, lê heta niha der barê êriş û dorpêç de ti helwest ji aliyê rêxistinên cîhanî ve derneketine.”

Penaberên Serêkaniyê piştgiriya xwe ji Mexmûriyan re nîşan dan û bang li rêxistinên mirovî û hiqûqî kirin ji bo parastina penaberên wargeha Mexmûrê bi erkên xwe rabin.

Partiyên Siyasî yên Efrîn û Şehbayê piştgiriya Mexmûriyan kir

Back to top button