Kobanê-Şêwekarên beşdarî sempozyumê bûbûn hatin xelatkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Firatê şêwekarên ku beşdarî Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê bûbûn, xelat kirin.

4’emîn Sempozyuma Rojava ya Hunera Şêwekariyê di roja 6’emîn de bi dawî bû.

Di roja dawîn de Meclisa Rêveber a Herêma Firatê li avahiya xwe ya li bajarê Kobanê şêwekarên ku beşdarî sempozyûmê bûbûn xelat kirin.

Di dema xelat dayînê de, hevserokê Meclisa Rêveber a Herêma Firatê Mihemed Şahîn, spasiya tevahî şêwekarên ku beşdarî sempozyumê bûbûn kir û got ev çalakî balkêş û pîroz bû.

Piştre Rêveberiya Xweser plaket dan şêwekaran û komîteya ku sempozyum bi rêxistin kir.

4’emîn Sempozyuma Hunera Şêwekariyê 20’ê Gulanê bi beşdarbûna bi dehan şêwekarên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destpê kiribû.

Kobanê-Sempozyûma Rojava ya Hunera Şêwekariyê di roja 5. de ye

Back to top button