HPG’ê nasnameya gêrîlayekî şehîd ragihand

HPG’ê bi daxuyaniyekî ragihand ku gerîlayê bi navê Diyar Xoşnav yê xelkê Hewlêrê ye, di 10’ê Gulanê de li Garê di encama qezayekê de şehîd bûye. HPG’ê di daxuyaniyê de ji hemû gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ji malbata şehîd Diyar re sersaxî xwest.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê bi daxuyaniyekî nasnameya gêrîlayek şehîd ragihand.

HPG’ê diyar kir ku di 10’ê Gulana 2023’an de li qada Garê di encama qezayekê de hevrê Diyar Xoşnav şehîd bû û wiha got:

“Bi hest û hişmendiya neteweyî beşdarî têkoşîna azadiya kurdistanê bû”

“Hevrêyê me Diyar li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk a qirker a dagirker ji nav gelê me yê Başûrê Kurdistanê derket û tevlî nava refên gerîla bû.

Bi hest û hişmendiyeke neteweyî beşdarî têkoşîna azadiya Kurdistanê bû.

Weke zarokekî leheng ê Başûre Kurdistanê, bi vê beşdariya bi rûmet ji bo hemû ciwanên Kurdistanê bûye mînak.”

HPG’ê ji hemû gelê welatparêz ê Başûrê Kurdistanê û bi taybet ji malbata şehîd Diyar re sersaxî xwest.

Li gorî daxuyaniya HPG’ê nasnameya gêrîlayê şehîd wiha ye:

Nasnav: Diyar Xoşnav
Nav û paşnav: Çawan Mihemed
Cihê ji dayikbûnê: Hewlêr
Navê Dê : Leyla – Mihemed
Navê Bav: Mihemed
Dîrok û cihê şehadetê: 10’ê Gulana 2023’an / Garê

Back to top button