Beşar El-Esed pêşwaziya Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şukrî kir

Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî serdana paytaxta Sûriyê kir û bi Beşar El-Esed re civiya. Hemwextî vê, li hemayê mayînek teqiya, 10 kesan jiyana xwe ji dest dan û 14 jî birîndar bûn.

Ajansa SANA ya girêdayî Hikûmeta Şamê diyar kir ku îro Beşar El-Esed li Şamê Wezîrê Derve yê Misrê Samih Şikrî pêşwazî kir.

Alî li gel hev civiyan e û Samih Şikrî piştiriya Serokê Misrê Ebdûlfetah El-Sîsî ji bo gel û hikûmeta Sûriyê ragihandiye.

Hêzên hikûmetê Heleb û Idlib topbaran kir

Li aliyê din, navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku Hêzên Hikûmetê bi çekên giran derdora bajarokê Kefir Teal yê li gundewarê rojavayî Helebê topbaran kir.

Her wiha hêzên hikûmetê konê penaberan yê li bakurê Idlibê û riya Meira yê li Idlibê bi 20 mûşekan bombebaran kir.

Di encamê de, welatiyek birîndar bûn.

Li hemayê ji ber teqîna mayînekê 10 kesan jiyana xwe ji dest dan

Her wiha çavdêriya Sûrî diyar kir ku mayînek ji bermahiyên şer li gundewarê rojhilatê Hemayê bi kom xelkê ku kîvkark kom dikirin de teqiya.

Di encamê de 10 kes di nav de jinek jiyana xwe ji dest dan û 14 kes birîdar bûn.

Back to top button