Salih Muslim: Civîna Enqere-Şamê weke zewaceke bi zorê ye

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim diyarkir ku meseleya Sûriyê tenê bi Sûriyan dikare çareser bibe û got: “Sûriyeyî ji bo karibin pirsgirêkên xwe çareser bikin divê azad bin. Bêyî ku fermanê ji kesî werbigire, ji bo jiyaneke bi hev re çi pêwîst be em wê bikin.”

Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim têkiliyên civîna di navbera Enqere-Şamê û civîna li Rihayê ya bi eşîrên Sûriyeyî re hatiye kirin ji ANF’ê re axivî.

Salih Muslim vê hevdîtinê weke zewaceke bi zorê pênase kir û got:

“Ji ber bûyer, xiyanet û dijminatiya navbera herdu aliyan ên ku di dema nêz de qewimîn, her kes dizane.

Ev yek wê bi xwe re encameke çewt bîne. Ji xwe roja ewil de komên di bin kontrola Tirkiyê de nerazîbûnên çawa nîşan da herkesî dît.

Gelê Sûriyeyê bi temamî vê qebûl nake.

Di halê hazir de li gorî pêwîstiya Rûsyayê û hilbijartinên li Tirkiyeyê hewl tê dayin ku Erdogan û Esad di nava heman dîmenî de bêne nîşandan, ji bo wê ev zewaceke bi zorê ye.”

“Civîna rihayê civîna kesên bêkêr in”

Têkildarî komkirina MÎT’ê hin kesan li Rihayê bi navê serokeşîrên ereban jî salih Muslim ev nirxandin kir:

Hin kesayetên komkirin bi navê eşîran, lê ew eşîr nînin, ew kesên meslehet parêzin, li ser xwîna gelan bazarê dikin.

Ev yek plana MÎT’ê ye.

Bi dîtina min wê bêencam bimîne, ji ber ku li qadê nînin. Kes guh nade wan.

Her kes zane bê wan çawa xwe firotine. Gelek ji wan jî poşman bûne, vegeriyane. Yên mayî wê bi kêrî tiştekî neyên. Civîna yên bêkêr in.”

Salih Muslim: Meseleya Sûriyê bi gelên Sûriyeyê re çareser dibe

Têkildarî çareseriya li Sûriyeyê jî Hevserokê PYD’ê Salih Muslim wiha axivî:

“Meseleya Sûriyeyê tenê bi Sûriyeyiyan çareser dibe.

Gelên li her devera Sûriyeyê; Kurd, Ereb, Asûrî hemû divê di biryardana siyasî ya li wê derê de hebin.

Sûriyeyî ji bo çareser bikin jî divê azad bin.Ji kesekî din fermanê negire.

Ne bi fermana Erdogan, Beşar Esad, Amerîka yan jî Rûsyayê, ya ji me re pêwîst çi be, werin em bi hev re bikin.

Em PYD û Rêveberiya Xweser, biryara me di destê me de ye. Em li gorî fermana kesî tevnegeriyan.

Ji bo me çi pêwîst be em wê dikin, lê me yên li hemberî xwe di vê astê de xwedî îrade nedît.

Li şûna ku em şerê hev bikin, ji bo aştiyê em ya pêwîst bikin”

Back to top button