Dorpêçkirina Şehbayê..70 erebeyên veguhestina hundirîn rawestiyan

Ji ber dorpêça li Şehbayê û tunebûna mazotê zêdetirî 70 erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn.

Dorpêçkirina Şehba û her du taxên Helebê, Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dewam dike.

Li wir derman li ber qedandinê ye. Mazota zivistanê tuneye, malbatên li wir di sermayê de dijîn.

Herî dawî jî li wir ji ber nebûna mazotê erebeyên veguhastina hundirîn sekinîn.

Li gorî komîteya veguhastinê ya li Şehbayê, ji eslê 100 erebeyî tenê ji 20 heya 30 erebe dixebitin.

Û 70 erebe jî ji ber nebûna mazotê sekinînine û êdî naxebitin.

Ne tenê ev, her wiha erebeyên ambulansê yên Nexweşxaneya Avrîn jî ji ber dorpêçê rawestiyan.

Back to top button