Rojnamevan Ehmed Hesnawî: Divê Iraq bibe xwedî helwest

Rojnamevanê Iraqî Ehmed Hesnawî dibêje divê hikûmeta Iraqê li dijî binpêkirinên Tirkiyê bibe xwedî helwest.

Rojnamevanê Iraqî Ehmed Hesnawî di derbarê binpêkirinên dewleta Tirk ên li ser serweriya xaka Iraqê de axivî.

Ehmed Hesnawî anî ziman ku ev binpêkirin dibe ku qonaxek pir metirsîdar a tengezariya ewlehiyê çêbike.

Ehmed Hesnawî rexne li bêdengî û lewaziya navneteweyî ya li beramberî van binpêkirinan kir û ev tişt anî ziman:

“Şermezarkirinên tên kirin tiştekê naguherîne. Ji ber ku ti tevgerek rast beramberî van binpêkirinan nayê kirin.

Hikûmeta Iraqê bi daxuyaniyan dibêje, wê bi rêya dîplomasiyê yan jî navneteweyî bersivê bide.

Ti sûda vê yekê tune ye.”

Dawiyê, Ehmed Hesnawî diyar kir ku divê hikûmeta Iraqê li dijî binpêkirinên Tirkiyê bibe xwedî helwest.

Back to top button