NÛNERÊ BERÊ YÊ KOALSYONÊ MCGURK: DIVÊ KOALSYON DESTKEFTIYAN BIPARÊZE

Nûnerê Koalsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê yê berê diyar kir ku ”Divê têkoşîna li dijî DAIŞ’ê berdewam be û destkeftî werin parastin”.

 

Brett Mcgurk  di kongreyeke li Peymangeha Brookings li Washington de axivî û got:

Heta Kolasyoneke Navdewletî li dijî DAIŞ’ê hate avakirin gelek zehmetî hatin kişandin, lewre divê têkoşîna vê Koalsyonê berdewam be û raneweste, ji ber encam wê bobelat bin.

Ji bo biryara Trump a vekişandina hêzên Emerîkî ji Sûriyê jî Mcgurk tekez kir ku vê biryarê gelek siyasetên bi nakok bi xwe re anîn û hişt ku bawerî bi Emerîkayê kêm bibe.

Nûnerê Koalsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê Brett Mcgurk ji bo egera jinûvegera çeteyên DAIŞ’ê jî ev hişyarî da:

Divê Koalsyon destkeftinên di encamê şerê li dijî DAIŞ’ê biparêze, ji ber ku bi vê yekê rê li ber jinûvegera DAIŞ’ê tê giritn.

Brett Mcgurk Cotmeha 2015’an ji aliyê serokê Emerîkayê yê berê Barak Obama ve weke Nûnerê taybet yê Kolasyona Navdewletî li dijî DAIŞ’ê hatibû erkdarkirin.

Leave a Reply

Back to top button