Barzanî bi Erdogan û Çawûşoglû re hevdîtin pêk anîn

Serokê Herêma başûrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku li Tirkiyê ye, bi Serokkomarê Tirk Erdogan û Wezîrê Karên Derve Çavuşoglû re hevdîtin pêk anîn.

Li gorî medya Tirkiyê, Nêçîrvan Barzanî piştî hevdîtina li gel Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mevlut Çavuşoglu, di Foruma Dîplomasî ya Antalyayê de li gel Serokkomarê Tirk Erdogan civiya.

Heta niha li ser naveroka hevdîtinê ti daxuyanî nehatine dayîn.

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Mewlud Çavuşoglu jî îro civiyabûn.

Wezîrê Derve yê Tirkiyê Mewlud Çavuşoglu derbarê civîna bi Barzanî re li ser hesabê xwe yê medya civakî peyamek belavkir û got; “Bi serokê Herêma Kurd ya li Iraqê, Nêçîrvan Barzanî re civiyan.”

Nêçîrvan Barzanî herî dawî di 2’yê Sibata 2022’an de serdana Tirkiyê kiribû.

Rojek beriya wê jî ango 1’ê Sibat’ê balafirên dewleta Tirk a dagirker dijî Şengal, Mexmûr û Rojavayê Kurdistanê êrişek berfireh a hewayî pêkanî bûn.

Back to top button