Gerîla li Zapê li dagirkeran xist

Gerîlayan li herêma Zapê a başûrê Kurdistanê bi çekên giran li artêşa Tirk a dagirker xistin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyê daxuyaniyek da û ev agahî parve kir,

”Hêzên me yên YJA Starê di Çarçoveya Pêngava Şoreşger a Bazên Zagrosê de 8 û 10’ê Adarê li Girê Koordîne a li herêma Zapê, li dijî hêzên dagirker çalakî pêk anîn.

Du hedefên ku hatine diyarkirin bi serkeftî derb li wan hatiye xistin.

11’ê Adarê jî li Qela Bêdewê hêzên me bi çekên giran li kozikên dagirkeran dan. Di vê çalakiyê de derb li 2 kozikên dagirkeran hatin xistin.
Hêjmara dagirkerên ku hatine cezakirin nehate zelal kirin.”

Her wiha HPG’ê diyar kir êrîşên berfireh ên dewleta Tirk a dagirker li ser Qadên Parastinê yên Medyayê berdewam dikin.

HPG’ê ragihand 9’ê Adarê qada Girê Berbizina ê herêma Xakurkê û qada Saca û Gundê Rênçbiraxa ên li herêma Zapê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

Back to top button