LI DIJÎ ZEXTÊN TIRKIYÊ YÊN ABORÎ XWEPÊŞANDANEK LIDARXISTIN

Li paytexa Iraq Bexdayê li dijî zextên dewleta Tirk ên aborî li ser Iraqê xwepêşandanek girseyî hat lidarxistin.

 

Xwepêşandan îro li ber avahiya Wezareta Çandiniyê hat lidarxistin û girseyek qelebalix tevlî bû.

Di xwepêşandanê de zextên Tirkiyê ku dixwaze hin berhemên xwe bifiroşe Iraqê hatin şermezarkirin.

Her wiha Sefîrê Tirkiyê yê Bexda Fatih Yildiz ku çend roj beriya niha çûbû bazara hêkan û xwest esnaf hêkên Tirkiyê bikire jî, hat şermezarkirin.

Wezareta Çandiniyê ya Iraqê çend meh beriya niha diyar kiribû ku hêkên li Iraqê tên hilberandin têrî pêdiviya Iraqê heye, lewma ji derve berheman nagirin û anîna hêkên ji derveyî welat qedexe kiribû.

Wezaretê her wiha anîna çend berhemên din ên wekî makarna, bacan jî qedexe kiribûn.

https://rojnews.news/ku/rojhilata-navin/iraq-ji-bo-derxistina-leskeren-tirk-kar-dike-34234

Wezîrê Karên Derve yê Iraqê Mehemed Elî Hekîm jî di civîna Komkara Erebî de hebûna leşkerên Tirkiyê li ser xaka Iraqê red kir û got:

Ji bo derxistina leşkeran em kar dikin.

Leave a Reply

Back to top button