59 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Rojnamevan Silêman Ehmed ku ji aliyê PDK’ê ve hatiye revandin, 59 rojin agahî nayê girtin.
Her ku diçe gûman û fikarên li ser jiyana Silêman Ehmed zêde dibin.
Rojnamevan Pakîze Heme Emîn têkildarî revandina Silêman Ehmed axivi û got:
“Li Başurê kurdistanê kuştin û rewandina rojnamevanan divê bê rawestandin.”

Rojnamevan Pakîze Heme Emîn got;

“Aliyên desthilat ji me re dibêjin ku hûn sîxurin. Ev sûcdarkirineke pir neguncawe.

Me rojnamevanan sond xwariye ku em di pîşeya xwe de bêrûmet nebin.

Ji ber vê yekê jî bêyî biryara dadger her girtin, revandine.

Li Herêma Kurdistanê girtin û tawanbarkirina rojnamevanan ne karekê nû ye.

Hevrêyê me Silêman Ehmed ji Rojavayê Kurdistanê ye, lewra ew ne hemwelatiyê Iraqê ye, da ku rayedar wî bigirin.

Eger rewşa Sûriyeyê ji ya niha baştir bûya, wê demê dikaribû helwesteke navdewletî bigirta.”

58 rojin agahî ji Silêman Ehmed nayê girtin

Back to top button