Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 12ê Kanûnê Hevpyemana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erê kir û kete meriyetê.
Endamê Meclisa Rêveber a Mala Êzidiyan Farûq Tozo destnîşan kir ku Hevpeymana Civakî mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkiriina dozên girêk ên Sûriyê ye.
Meclisa Gelan a Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê 12ê Kanûnê Hevpyemana Civakî ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk erê kir û kete meriyetê.
Di hevpeymanê de mafên hemû gel û baweriyan Rêveberiya Xweser tên misogerkirin.
Têkildarî girîngiya Hevpeymana Civakî di parastina mafên êzidiyan de, endamê Meclisa Rêveberiya Mala Êzidiyan a kantona Cizîrê Farûq Tozo axivî.
Farûq Tozo diyar kir ku piştî nîqaşên demdirêj, Hevpeymana Civakî hate erêkirin û wiha got:
“Mîna pêkhateyên din ên herêmê, Mala Êzidiyan jî tev li nîqaşên sazkirina Hevpeymana Civakî bibû.”
Tozo da zanîn ku dema hikûmeta Şamê, mafê Êzidiyan tinebû û bi hevpeymana civakî ve êzîdî gihîştin mafên xwe.
Farûq Tozo: Hevpeymana Civakî ji bo hemû ol û netewan rêya çareseriyê ye
Tozo diyar kir ku Hevpeymana civakî, mafên tevahî pêkhateyan misoger dike û rêya çareserkirina pirsgirêkên girêk ên Sûriyê ye.
Foza Yusif: Hevpeymana civakî encamê îradeya hevpar a gelan e